Merheba ji we re! Em bi kelecan û bextewar in. Lewre em bi kovareke nû ya dijîtal tên hafa we. Rojekê em li ser kovarên Kurdî axivîn û me kêmasiya tunebûna kovareke populer kulturê ya Kurdî dît. Me ev rewş rexne kir, lê me got bes bi rexneyan tişt çênabe; lazim e ku em vê valahiyê tijî bikin. Ne ku em jî li enflasyon û îflasa kovarên Kurdî, kovarek zêde bikin…
Dû re me zend û bend badan û me yekser dest bi xebat, plan û programa kovarê kir. Me di serî de got ku em kovareke dijîtal û bêmesref derxin.
Me got em ê kovareke aktuel derxin ku tê de mijarên li ser sînema, muzîk, şano, edebiyat, magazîn û mîzahê hebin û me wisa jî kir. Jixwe hûnê bibînin.
Di POPKURDê de; em dixwazin bêhtir meseleyên aktuel hebin û çavê me lê ye em vê e-kovarê bigihînin asteke baştir. Ev îdiaya me ye.
Helbet em li benda fikr, xebat û piştgiriyên we ne jî.
Herwiha her dem li benda POPKURDê bin, lewre wek qiyametê ne diyar e dê kengî bê weşandin. Yanî kengî xwe amade bike wê demê wê derkeve.
Em zêde dirêj nekin û serê we neêşînin. Ji bo hejmara duyem, niha em ê bixebitin, de bi xatirê we!
Nivîsên hejmara yekem
- Bi Vê Qûşê Naçî Mûşê – Cîhan Kaynar
- Habîtusa Kurdan – Hatîce Kiliç
- Mirady – Hevpeyvîn Mistefa Dogan
- Ozlem Belçîm Galîp – Hevpeyvîn Omer Xextiyar
- Provaya Mirina Blogernan – Esrakê
- Rihletguzîn – Mihemed Bîlen
- Yêrîvanê Yêrîvan – Tofan Sûnbûl
Slav û merheba ji we re.. Ez ê we wilo(gotinek torîkî ye) rexne bikim kû hûn rêka derî şaş bikin. Ez we teva pîroz dikim.Çima we di despêkê bi israr behsa çanda populer kirîye û heta ji dest hatîye we peyam daye xwendekaran kû em ê durî sîyasetê bin.. Gelo ev peyamek “sublîmînal” ji bo Kurdînûsa ye kû xweser tevdigerin û xwe li astek “ser sîyasetê” bicîh dikin? 🙂 Dubare bixêr be û reya we vekirî be :))
LikeLike
Silav û siyanet, min her du hejmarên kovarê xwendin û gelek kêfa min jê re hat. Heke hûn bi vê xîretê xebatên xwe bidomînin bawer dikim dê ev kovar bê astekî gelekî baş û dê gelekî populer bibe . Ez ekîba we ji dil û can pîroz dikim. Serkeftin…
LikeLike